Navenda Agahdariyê ya Fermandariya Polîsên Parêzgeha Kermanê diyar kir ku polîs niha li pey naskirin û girtina van êrîşkeran e.
Di nava 24 demjimêran de, li bajarên cuda yên Îranê ev êrîşa çekdarî ya çarem e.
Ji bilî êrîşa li bajarê Faryabê, êrîş li dijî hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarên Gulşen, Zahidan û navçeya Kerîndok ên li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê qewimîbûn.