Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nêzî 9 xwepêşandanan hatin lidarxistin

Gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di nava krîzeke aborî ya pir dijwar de dijîn û nikarin debara jiyana xwe bikin. Gel li hember vê krîzê xwepêşandanan li dar dixin û doza sererastkirina mûçeyan û erzankirina kelûpelên jiyanî dikin. Di nava duh û îro de, zêdeyî 9 xwepêşandan li bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşandanên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî berdewam dikin.

Li gorî rêxsitina mafê mirovan a HRAN’yê, ji duh ve,9 xwepêşandan li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin.

Ev xwepêşandan li bajarên Ehwaz, Esfehan, Kirmanşan, Sine, Erdebîl û Tehranê hatin lidarxistin.

Ev xwepêşander ji ber zehmetiya debara jiyana xwe daketin qadan.

Piraniya xwepêşanderan jî malnişîn û ew kes in ku ji kar hatine dûrxistin.

Krîza aborî li Îranê bandorê li jiyana gel dike

Ev nêzî du salan e gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rewşa aborî ya xirab xwepêşandan tên lidarxistin.

Lê ji aliyê desthilata Îranê ve ti bersiv û ne jî çareserî ji bo van xwepêşanderan nayê danîn.

Zêdeyî 10 salan e ku dorpêçên navdewletî yên berfireh gihîştina Îranê bo bazarên darayî yên cîhanî bi tundî sînordar kirine, hawirdekirina wê ya enerjiyê kêm kirine û herikîna veberanîna biyanî di aboriya wê de kêm kirine.

Vê yekê jî rasterast bandor li jiyana rojane ya gel kiriye, ji ber ku dewletê li hember wê kelûpelên jiyanê biha kirine û mûçeyên karmendan li hember van bihabûnan kêm in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye