Di navbera Amerîka û Îranê de, alozî û nakokî kûrtir dibin û li benda çareseriyê ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê got:
"Îran di kaoseke aborî de ye
û sê stratejiyên me ji bo mijûlbûna bi Îranê re hene.
Stratejiyên me ji bo mijûlbûna bi Îranê re ev in:
em lawaziyên wan bişopînin, bi tundî lê bidin
û fişara aborî li wan bikin."
Trump berê ragihandibû ku Amerîka Tengava Hurmizê kontrol dike û hemû mayînên ku Îranê li wir çandibûn, paqij kirine.
Trump: Em tengava Hurmizê kontrol dikin
Serokê DYA’yê Donald Trump, roja duşemê li Koşka Spî ji rojnamevanan re got:
"Tenê saziya ku niha Tengava Hurmizê kontrol dike, Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Me hemû mayîn ji tengavê rakirine.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê ji bo ziyana ku ji hêla Îranê ve çêbûye tazmînatê bixwaze."
Her wiha Donald Trump bersiva daxwazên Îranê da û eşkere kir ku ew jî dê tazmînatê bixwazin.
Trump, roja duşemê, li ser daxwazên Îranê yên berê û kesên ku ji aliyê Îranê ve hatine kuştin, li ser platforma Truth Socialê wiha nivîsand:
Trump: Divê Îran tazmînata kesên ku kuştin bide
"Ez ji aliyê xwe ve daxwaz dikim ku Îran ji bo hemû kesên ku
wan bi bombeyên xwe yên li kêleka rê û di gelek pevçûnan de kuştine
û bi giranî birîndar kirine, tazmînatê bide."
Îranê berê daxwaz kiribû ku divê Amerîka tazmînatên Îranê yên ji bo ziyanên ku ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê dîtine, bide.
Trump da zanîn ku ew ê di hemû danûstandinên paşerojê yên ligel Îranê de cih bigire û dê daxwazên tazmînatê ji malbatên bi sed hezaran xwepêşanderên ku ji hêla Îranê ve hatine kuştine, tê de bike.
Her wiha Trump destnîşan kir ku divê Îran ji bo malbatên kesên ku li ser keştiya şer a USS Cole hatine kuştin tezmînatê bide.
Ev daxwaza nû ya Amerîkayê di ti danûstandinên berê de tune bû.
Di vê navberê de, Îranê got ku ew ji bo avakirina rêyên nû yên barkirinê bi rêya Tengava Hurmizê, nêzîkî bidawîkirina peymanekê bi Umanê re ye.
Lê dubare kir ku divê Amerîka berî ku rêya avê ya stratejîk ji nû ve were vekirin, mercên din bi cih bîne, di nav de tezmînat, rakirina cezayan û rawestandina gefên leşkerî.