Ji 16`ê vê mehê ve li paytexta Bolîvyayê La Pazê, pevçûnên tund di navbera polîs û komên mezin ên xwepêşanderan de rageşî derketiye.
Xwepêşanderan rêyên stratejîk ên ku ber bi paytexta îdarî ya La Pazê ve diçin girtin.
Xwepêşander zextê li hikûmetê dikin da ku daxwazên wan bi cih werin, di serî de zêdekirina mûçeyan û baştirkirina şert û mercên jiyanê.
Ev xwepêşandan li dijî Serokdewletê Rodrigo Paz Pereira zêde dibin.
Li paytext La Pazê di navbera xwepêşanderan û polîsan de pevçûn çêbûn.
Hat ragihandin ku xwepêşanderên ku hewl didan ber bi Qada Murillo ve bimeşin, rastî mudaxeleya polîsan hatin.
Dozgeriyê ji bo serokê sendîkaya karkeran Mario Argollo, bi tohmeta "terorîzm" û "teşwîqkirina sûc" biryara binçavkirinê da.
Li Bolîvyayê bêhtirî 100 kesî hatine binçavkirin
Çapemeniya xwecihî, ragihand ku di bûyeran de bêhtirî 100 kesî hatine binçavkirin.
Hikûmet, îdîa dike ku li pişt xwepêşandanan serokê berê Evo Morales heye.
Morales, jî li ser medyaya civakî piştgiriya xwe ji bo xwepêşanderan anî ziman.
Hat ragihandin ku ji ber çalakiya girtina rêyan ku du hefte ne li seranserî welêt berdewam dikin, li La Pazê sotemenî, xwarin û derman kêm bûne.
Li gorî agahiyan, di pevçûnan de xwepêşanderek hatiye kuştin.