Rêxistinên jinan ên Brezîlyayê piştgirî dan kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’

Kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’, li cîhanê deng vedaye. Rêxistinên jinan ên Brezîlyayê piştgirî dan vê kampanyayê. Di piştgiriya xwe de gotin ku têkoşîna wan û YPJ`ê yek e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji 26’ê Nîsana 2026’an ve, rêxistinên jinan ên li Rojava bi armanca piştgiriya Hêzên Parastina Jin (YPJ) kampanyayek dan destpêkirin.

Ji Brezîlyayê ku mîraseke mezin a têkoşîna jinê lê heye jî, piştgirî bi YPJ`ê re hat nîşandan.

Ji aliyê rêxistinên cuda yên jinan û navendên lêkolînên akademîk ve kampanyaya piştgiriya bi YPJ’ê re hat destpêkirin.

Gavên yekem ên kampanyayê li São Paulo ji aliyê Femînîstên Antî-Fasişt û Sosyalîst (FAS), Rêxistinên Jinan û navenda lêkolînên akademîk ve hatin avêtin.

"Têkoşîna me û YPJ`ê yek e"

Muzakereyên DYA û Îranê: Trump zextan girantir dike, Tehran daxwazan red dike

Jinên ku tevlî kampanyaya ‘Em YPJ ne’ê bûn, der barê tevlîbûna xwe ya kampanyayê de daxuyaniyek dan û gotin:

”Têkoşîna berxwedanê ya jinên Kurd û têkoşîna jinên li taxên xizan ên Brezîlyayê yek e.

Parastina laş û axa me, mafê me yê xwezayî ye.

Divê em çand û kevneşopiyên xwe, di heman demê de perwerdehiya zarok û ciwanên xwe biparêzin.

YPJ`ê di navenda şoreşekê de ji bo parastina pergala xwe ya perwerde, ziman, saziyên çandî û qanûnên jinê têdikoşe.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dixwaze destkeftiyên jinan bi paş de bibe.

Em jî tevlî kampanyaya jinên Rojava dibin.

Di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku têkoşîna YPJ’ê, têkoşîna wan e û wê piştgirî bidome.

Ev qonaxa yekem a kampanyayê li seranserî Brezîlyayê bi xebatên agahdarkirin û ragihandinê dest pê kir.

Di mehên Gulan û Hezîranê de jî wekî parçeyek ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ê, li Brezîlya û Amerîkaya Latîn rêxistinbûna çalakî û nîqaşên cuda tê plankirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye