Avestayê Xelata Rûmetê ya 2026`an da Celîlê Celîl

Xelata Rûmetê ya Avestayê sala pêşî digihe Celîlê Celîl. Bi vê boneyê 26`ê mijdarê li Amedê merasîmek û panelek tê çêkirin û xelat li wir tê pêşkêşkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Weqfa Kulturî ya Avestayê di 2026`an de hat damezirandin û bi damezirandina xwe re biryarek jî da ku her sal li ser navê kesayeteke dîrokî yê kurdan “Xelata Rûmetê” bide.

Xelata sala 2026`an li ser navê dîroknasê kurd Şerefxanê Bedlîsî bû.  

Lijneya Rêveberiyê ya Weqfê bi kêfxweşî biryar da ku Xelata Rûmetê ya Avestayê ya ji bo sala 2026`an pêşkeşî Prof. Dr. Celîlê Celîl bike.

Celîlê Celîl, ji nîvê duyemîn ê sedsala 20`an heta roja me yek ji giringtirîn kesayetî ye ku di warê kurdnasiyê de xebatên xwe didomîne.

Celîl, li zanîngehên Erîvan û Lenîngradê xwendina bilind temam kiriye û bi teza xwe ya li ser serhildanên kurdan ên sedsala nozdemîn di sala 1963`yan de pileya doktorayê wergirtiye.

Celîl di navbera salên 1963-1993`yan de li Akademiya Zanistan a Sovyetê mamostetî kiriye.

Wî ligel birayê xwe Ordîxanê Celîl ji bo ronîkirin û tomarkirina dîrok, çand û folklora kurdî bi sedan xebat kirine.

Ji sala 1994`an vir ve wî ligel komek hevalên xwe Înstîtûta Kurdzaniyê ya Wienê damezrandiye û xebatên xwe di bin banê vê dezgehê de bênavber didomîne.

Celîlê Celîl 90 salî ye

Jiyan û keda Celîlê Celîl; ne tenê serkeftineke bilind a akademîk e, di heman demê de semboleke geş a berxwedana çandî û têkoşîna nasnameya kurdî ye.

Ew zanyarekî mezin ê akademîk, kesayetek naskirî yê qada navneteweyî û yek ji alahilgirên herî giring ên rewşenbîriya kurdî ye.

Rêzdar Celîl, nirx û xezîneya kultura kurdî ji bahozên demê parastiye, ew xurt kiriye û bi mîraseke dewlemend veguhastiye bo nifşên siberojê; bi henase û ramanên xwe, bi pênûsa xwe ya zêrîn bûye deng û rengê çanda me.

Ev xelat rêzgirtineke ji kûrahiya dil, bibîranîneke biheybet û spasiyeke kûr e ji bo ked, xebat û temenê ku wî di hembêza çanda kurdî de derbas kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye