Almanya: Vekişîna leşkerên Amerîkî ji Almanyayê dihat texmînkirin

Piştî biriyara Pentagonê ya vekişandina 5 hezar leşkerên Amerîkî ji Almanyayê, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê ragihand ku ev biryar ji bo wan ne sûprîze û dihate texmînkirin. Berdevka NATO`yê Alison Hart jî, diyar kir ku ew bi Dewetên Yekbûyî yên Amerîkayê re ji nêz ve di têkiliyan de ye, da ku vê biryarê bêtir fam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pentagonê roja Înê ragihand ku ew ê bi qasî 5 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, ev pêvajo dê di şeş heta dozdeh mehan de biqede; lê belê zêdetirî 30 hezar leşkerên Amerîkayê dê li welêt bimînin.

Derbarê vê yekê de, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ji Ajansa Çapemeniyê ya Almanî (dpa) li Berlînê re diyar kir ku hebûna leşkerên Amerîkî li Ewropayê, û bi taybetî li Almanyayê, di berjewendiya wan û berjewendiya Dewletên Yekbûyî de ye.

Di heman demê de, Boris Pistorius da zanîn ku biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê ji bo wan ne sûprîz bû, û dihate texmînkirin.

Pistorius bal kişand ser hevkariya xwe û Amerîkayê û got:

“Em ji bo aştî û ewlehiya li Ewropayê, Ûkraynayê û derverên din, her wiha li Ramstein, Gravenfürth, Frankfurt û deverên din bi Amerîkiyan re ji nêz ve hevkariyê dikin.”

Pistorius hejmara leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê bi "nêzîkî 40,000" texmîn kir.

Nato: Em bi DYA'yê re di nava peywendiyê de ne

Di heman çarçoveyê de jî, Berdevka NATOyê Alison Hart bi rêya hesabê xwe da xuyakirin ku ew bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re di têkiliyê de ye û wiha lê zêde kir:

"Em bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re dixebitin da ku hûrguliyên biryara wê ya derbarê bicihkirina leşkerî li Almanyayê zelal bikin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di rojên dawî de piştî şîroveyên Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz, îhtîmala kêmkirina hejmara leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê, ku endamek NATO ye, anîbû ziman.

Şêwirmendê Almanî roja duşemê got ku Amerîka di êrîşkirinê de, stratejiya wê li hemberî Îranê tune ye, û Tehran mezintirîn hêza cîhanê "rûreş" dike.

Trump jî, roja sêşemê bersiv da û got ku Merz "difikire ku ji bo Îranê baş e ku çekeke navokî hebe. Ew nizane li ser çi diaxive."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye