Di çarçoveya rêzeçalakiyên Cejna Newrozê de, îro li çargoşeya Ewlehiyê li Qada Aştî ya bajarê Hesekê, şahiyek hat lidarxistin.
Di şahiyê de bi sedan xelkên taxê, hêzên leşkerî, sazî û rêxistinên jinan beşdar bûn.
Her wiha Agirê Newrozê ji aliyê Jin û Ciwanan ve hat pêxistin
Bi gerandina dîlanê li dora agirê Newrozê şahî bi dawî bû.
Li gorî Komîteya Amadekar a Newrozê, wê rojane şahî li hemû taxên bajarê Hesekê Were vêxistin
Komîteya amadekar a newroza Rojava ragihand ku wê 21`ê Adarê li qada Sedê newroza bajarê Hesekê were lidarxistin.