Li Qamişlo festîvala Hêvî ya şanoya zarokan dest pê kir

Bi destpêkirina Festîvala Hêvî ya Şanoya Zarokan re dika şanoyê li Qamişloyê ji bo zarokan veguheriye cihekî tijî deng, ziman û çandeke gelêrî.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Festîvala Hêvî ya Şanoya Zarokan duh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê dest pê kir. 

Festîval bi dirûşma "Şano bi zimanê dayikê xweşiktir e" tê lidarxistin û di roja 2'yemîn de dewam dike. Tê de 7 komên şanoyê yên zarokan beşdar bûne.

Di roja vekirina festîvalê de li kêleka berhemên şanoyê, çalakiyên muzîk û stranên gelêrî hatin pêşkêşkirin.  Orkestra Rojava ku di sala 2016'an de hatiye damezirandin, berhemeke muzîkê bi 27 zarokan re pêşkêş kir.

Koma Pargîn jî ji herêma Koçeratan a li gundewarê Dêrikê ku ji 20 zarokên keç pêk tê, stranên gelêrî pêşkêş kirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye