Dîroka mirovahiyê û serhildana zimanê laş

Berî ku ziman wekî amûra têkiliyê were bikaranîn, mirov bi rêya tevgerên laş hestên xwe tînin ziman. Ev tevger bi derbasbûna demê re bûne parçeyek ji çanda neteweyan. Govenda Kurdî yek ji wan mîratên dewlemend e ku çîroka xebat, berxwedan û mayînê vedibêje.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Gava em li dîroka mirovahiyê dinêrin, em dibînin ku şêwazên derbirîna hest û ramanan ji zimanê axaftinê pir kevnartir in.

Berî ku mirov ziman wekî amûreke sîstematîk a ragihandinê bi kar bîne, şahî, tirs, hêrs û keserên xwe bi rêya tevgerên laş nîşan dane.

Di vê çarçoveyê de, laş bûye yekemîn amûra derbirînê û tevger jî yekemîn zimanê mirovî.

Bi derbasbûna demê re, ev tevger ji hêsaniyê derketine û bi bandora jiyana civakî, erdnîgar û pêşketina çandî, şêwe û taybetmendiyên taybet girtine.

Govend wekî bîranîneke komî û derbirîna hestên neteweyî ye

Şêwazê jiyanê û rûdanên dîrokî yên civakan, ev derbirînên laşî ji nû ve sêwirandine û wiha kirine ku bibin hilgirê bîranîneke komî û sîstematîk ku em îro jê re dibêjin govenda gelêrî.

Govend ne tenê nîşaneke estetîk û ciwankariyê ye, lê derbirîna ezmûnên dîrokî û têkoşîna jiyana civakê bi zimanê laş e.

Erdnîgar, avhewa û rewşa civakî, rîtm, lez û karaktera govendan diyar dikin, ku di bingehê de guhertina hewla manê û piştgiriya hevdu nîşan didin.

Gava em di govenda Kurdî de kûr dibin, em bi zelalî dibînin ku pêkhateya wê pişta xwe bi paşxaneyeke kûr a dîrokî û civakî ve girê daye.

Di reh û rîşalên govenda Kurdî de, ruhekî têkoşînê heye ku dikare wekî xebat an doz were binavkirin.

Govend di dîrok û çanda kurdî de xwedî cihekî pir pîroz û taybet e

Ev bi xwe ne tenê şerekî laşî ye, lê têkoşîneke man û parastina nasnameyê ye.

Ji ber vê yekê, tevgerên tund, biryardar û rîtmên di nav govendê de, sembolên meş û berxwedanê ne.

Yek ji taybetmendiyên herî diyar ên govenda Kurdî, têgihîştina ji rîtmê ye.

Di van govendan de rîtm ne girêdayî qalibên klasîk ên muzîkê ye, lê muzîk bi xwe, xwe li gorî tevgerên lîstikvan û govendgeran diguncîne.

Ango rîtm li gorî tevgera pêyan tê sêwirandin û lêdana daholê şopê diavêje ser gavên lîstikvanan.

Di encamê de, govenda gelêrî wekî kevnartirîn şêwazê derbirînê û mîrateke çandî ya pir bihêz e ku dîrok û hestên civakan vedguhezîne roja me ya îro.

Govenda Kurdî jî wekî mînakên bêhempa yên vê mîratê, di her gav û tevgerekê de şopên çîrokekê, berxwedanekê û hebûnekê hildigire ku ji raboriyê gihîştiye roja me ya îro.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye