Pêşengeha pirtûkan a şehîd Herekol bi dawî dibe

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn di 20ˊê Cotmeha (2025) de dest pê kir û dê îro êvarê bi dawî dibe. Di pêşengehê de gelek berhemên dewlemend ji aliyê weşanxaneyên navneteweyî ve hatin nîşandan û gelek bernameyên cûda rêve çûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn ku di 20-26' ê Cotmehê de li parka Azadî ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê dest pê kiribû wê îro biqede.

51 weşanxane, weşan, kovar, navend, nivîskar, komele û pirtûkxaneyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarên Sûriyê (Şam, Dera, Latqiyê, Heleb) Lubnan, Belçîka û Bakurê Kurdistanê -Tirkiyeyê, beşdarî pêşangehê bûne.

Di pêşangehê de nêzî 140 hezar pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Suryanî, Ermenî, Îngilîzî û Rûsî hatin pêşkêşkirin.

Rêjeya beşdariya pirtûkên wêjeya jinan di pêşangehê de ji sedî 40 bû. Rêjeya pirtûkên Kurdî jî ji sedî 43 û ya pirtûkên zarokan ji sedî 4 bû.

Her wiha ji roja dest pêkê heta îro bi pirtûkên curbicur li gorî hemû temenan, bi taybet ji bo zarokan bi naverokên gelekî dewlemend hatin pêşkêşkirin.

Komeleya Çanda Suryanî bi komeke pirtûk û destnivîsên kêm peyda yên ku vedigerin bi sedan salên berê, beşdarî peşangehê bû.

 

Hevşaredaran serdana pêşangeha pirtûkan kirin

 

Li aliyekî din jî 9'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja heştemîn de wê dawî bibe.

 Pêşangeha ku di 18'ê Cotmehê dest pê kiribû dê îro bi dawî bibe.

 Di pêşangehê de gelek nivîskaran pirtûkên xwe yên nû çap kirine hem dan nasandin û hem jî îmze kirin.

Li kêlek qada pêşangehê berhemên dewlemend, panel û semîner jî hatin pêşkêşkirin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî serdana pêşangehê kirin.

Hevserokan diyar kirin ku mîrateya çandî û wêjeyî ya kûr a Amedê bi çalakiyên bi vî rengî bêtir xuya dibe û destnîşan kirin ku pêşangehên pirtûkan ji bo jiyana çandî ya bajêr xaleke girîng a hevdîtinê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye