Li lubnanê civînek ji bo jinan hat lidarxistin

Komîteya Jinelojiyê ya Bekaa li Lubnanê ji bo zêdekirina hişmendiya jinan di qadên civakî û tenduristiyê de civînek li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleya "Ez Jinek Bi bandor im" û Înîsiyatîfa Riwaq jî tevlî civînê bûn.

Di civînê de hat gotin ku zanista jinê qadeke ku divê jin di aliyê civakî, derûnî, çandî û siyasî de lêkolîn bikin.

Beşdaran, destnîşan kirin ku divê rolên jinan di civakê de bi awayekî rast bê fêmkirin û wan di derveyî qalibên kevneşop de binirxînin.

Di civînê de ji bo meha Cotmehê têkildarî penceşêra memikê jî hişyarî ji bo jinan hate dayîn.

Jinan diyar kir ku ji bo bilindkirina hişmendiya jinan divê çalakiyên bi vî rengî bidomînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye