Rûksen Mihemed: Divê YPJ`ê wekî hêzeke jinan di nav artêşê de were bicihkirin

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin Rûksen Mihemed li ser mijara entegrekirina YPJ`ê li gel kenala Al-Hadath re axivî. Rûksen Mihemed eşkere kir ku YPJ`ê qebûl nake ku şervanên wê werin belavkirin. Divê ew wekî yek tîm û bi hev re tevlî artêşê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka YPJ`ê Rûksen Mihemed da zanîn ku ew dixwazin dîrok, mîrat û nasnameya wan a taybet a wekî hêzeke jinan di nav artêşê de were parastin û wiha got:

Rola jinan di saziya leşkerî ya nû de divê ne tenê sembolîk be; divê ew di astên bilind ên biryardanê de cih bigirin.

Hikûmeta Sûriyê naxwaze hêzeke leşkerî ya çekdar ku tenê ji jinan pêk tê di nav avahiya fermî ya artêşa dewletê de hebin.

Ev xala herî mezin a nakokiyê ye.

Ji ber vê ew wekî alternatîf pêşniyar kiriye ku YPJ tevlî Wezareta Karên Hundir bibe.

Rûksen Mihemed diyar kir ku ev pêşniyara dawî ya Şamê niha ji aliyê wan ve tê nîqaşkirin bê  ka pîvan û bingehên wê ji bo yekîneyên wan guncav in an na.

Heta niha di navbera her du aliyan de li ser mijarên din lihevkirin çêbûne, lê mijara YPJ'ê wekî xala her herî nakokî û neçareserkirî li ser maseyê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye