Motokuryeyan bi motoran ji Beşîktaşê heta Parka Haciahmet ya li Beyogluyê konvoy ava kirin û wêneyên Rojîn Kabaîş û dovîzên ‘ji bo Rojînê edalet’, vekirin.
Motokuryeyan li Haciahmet çalakî bi dawî kirin û gotin: “Tiştên hatin serê wê malbatê sibê disibê ji bo neyê serê kesên din, em neçarin ji bo Rojîn Kabaîş dengê edaletê bilind bikin.
Em dizanin ku edaleta ji bo Rojînê ji bo me hemûyane. Em wek motokurye ligel malbata Rojînê ne.”
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.