Rêxistinên jinan, di çarçoveya çalakiya bi navê "Protestoya Mor" de, daxwaz kirin ku jin karên xwe rawestînin û li hundir û derveyî malên xwe 15 deqeyan li erdê razin, da ku li dijî kuştinên jinan nerazîbûnê nîşan bidin.
Di Lûtkeya G20 a 2019'an de, rayêdarên Afrîkaya Başûr ragihandibûn ku tundûtûjî û komkujiyên li ser bingeha zayendî krîzeke neteweyî ne.
Afrîkaya Başûr yek ji welatên xwedî rêjeyên herî bilind ên kuştina jinan ên li cîhanê ye.
Amarên fermî nîşan didin ku her roj bi qasî 7 jinan têne kuştin û zêdetirî 100 jin jî rastî tecawizê tên.