Di mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Amedê de "Danezana Jina Azad" a Rêberê damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwendin.
Peyama bi Kurdî ji hêla Ayşegul Ayaz a TJA'yî û ya bi Tirkî jî aliye Gulbahar Alpsoyê ve hat xwendin.
Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got:
"Şoreşa jinê ji hemû meseleyan wêdetir e. Tenê jin dikarin aştî û demokrasiyê bînin. Jin, bi komunbûnê re dikarin jiyana nû bînin. Ez têkoşîna we silav dikim ku hûn dixwazin sedsala 21'ê bikin sedsala jinan!"
Rêberê damizrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan da zanîn ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya jinan wekî mijareke bingehîn a sosyalîzmê destnîşan dike.
"Ez azadiya jinan datînim pêşiyê"
Her wiha Abdullah Ocalan destnîşan kir ku meseleya azadiya jinan pirsgirêka herî girîng a serdema me ye.
Şertê gihîştina civaka demokratîk, şertê bingehîn ê sosyalîstbûnê, têkiliya demokratîk, wekhev û azad a bi jinan re ye.
"Hêza avaker a jinan bûye sedema civakîbûna mirovahiyê"
Abdullah Ocalan peyama xwe wiha domand:
"Pir girîng e ku têkiliyeke rast di navbera dîrok, îro û siberojê de bi awayekî jinparêz bê avakirin. Di tevahiya dîroka mirovahiyê de, jiyana civakî bi saya hêza avaker a fîgura jina dayik mumkin bûye. Ev hêza avaker bûye sedema civakîbûna mirovahiyê."
"Kuştinên jinan pratîka kujerê kastîk e"
Di dawîyê de Rêberê damizrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan balkişand ser kuştina jinan û wiha got:
"Ev rêze kuştinên ku wekî 'jinkujî' tên binavkirin, qirkirina jinan e.
Îlhama xwe ji pratîkên kujerê kastîk yên destpêka dîrokê digire.
Mêrên ku kujerên kastî ne, civaka komunal desteser dikin, dikujin, zarok û jinan dîl digirin. Zarok wekî koleyan tên mezinkirin, jin wekî amûrên arezûyê tên dîtin û dibin koleyên xizmetkar. Ez Sosyalîzma Demokratîk a Civakî û têkoşîna xwedawenda azad silav dikim. Ez bawer dikim ku ev meşa pîroz dê roj bi roj bi serkeftineke mezintir pêş bikeve"