"Peyama Newroza îsal peyama roja azadbûna Kurdistanê ye"

Jinên çalakvan ên ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, destnîşan kirin ku divê tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê bi awayekî girseyî, coş û xurt be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya nêzbûna Newrozê amadekarî li her çar aliyê Kurdistanê tên kirin.

 

Çalakvanên mafê jinan ên li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, têkildarî girîngî û wateya Cejna Newrozê û pêşengtiya jinan a ji bo vê cejnê axivîn.

 

 

"Hemû Kurd dê îsal bi hev re bi yek deng Newroza îsal pîroz bikin"

 

 

Çalakvan û Sekretera Komeleya Jinên Kurdistanê Xedîce Mûsas, destnîşan kir ku Cejna Newrozê tê wateya nûbûn û azadiya Kurdan û wiha anî ziman:

 

"Her çendî dijminên Kurdan tim pêşiya pîrozkirina Newrozê girtibe jî, Kurdan tim agirê Newrozê pêxistiye.

 

Ji bo wê li ser me tevan ferze vê rojê bi girîngî pîroz û bibîr bînîn.

 

Bi taybet îsal azadiya Rojava bidest hatiye xistin.

 

Bi hêviya ku Rojhilatê Kurdistanê jî aram bibe ji bo em bikarin hemû bi hev re bi yek deng û yekgirtî Newroza îsal pîroz bikin."

 

Her wiha Xedîce Mûsas dazanîn ku Newroz îsal xwedî peyama roja azadiya Kurdistanê ye ku bi salane ji bo wê kar û têkoşîn tê kirine.

 

Berpisa Liqa Silêmanî ya Komeleya Jinên Kurdistanê Dayika Berçem jî anî ziman ku Cejna Newrozê cejna Netewî ya Kurdan e û wiha got:

 

"Tevlîbûna vê cejnê tê wateya tevlîbûna şoraşa Kurdan.

 

Ji bo wê divê li her çar beşên Kurdistanê tevlîbûneke xurt ji bo Newrozê hebe.

 

Divê rewşa siyasî ya niha bandorê li ser welatiyan neke, ji ber ku gelê Kurd di gelek rewşên xirab de derbas bûye û bê rawestandin têkoşîn kiriye."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye