Duh li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zêdetirî 10 hezar geştên hewayî ji ber rêze bahozên ku bandor li çend balafirgehên sereke yên li perava rojhilat û deverên din kirin, hatin derengxistin.
Ji ber gefa bayên bihêz û bahozên giran, Rêveberiya Hewayî ya Federal (FAA) li hin balafirgehên li Amerîkayê ferman da ku geşt werin derengxistin.
Wezîrê Veguhestinê Sean Duffy got ku rewşa hewayê bandor li geştên li seranserê welêt dike.
Bahozeke mezin geştên li eyaletên Rojavayê Navîn jî asteng kir.
FlightAware, malperek şopandina geştiyên hewayî, ragihand ku ji saet 13:30´an pê ve li gorî dema Rojhilat (5:30an GMT) zêdetirî 6,500 geştên hewayî li Dewletên Yekbûyî dereng ketine û zêdetirî 3,500 geşt jî hatine betalkirin.