Li Sûdanê sekreterê giştî yê Hikûmeta Bakurê Darfûrê û hevjîna wî hatin kuştin

Li Sûdanê şerê di navbara Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgin de nêzî sê salin dewam dike û 231 bijîşk hatine kuştin. Her wiha di nava du rojên dawiyê de li el-Faşerê 7 hezar û 500 kes ji cih û warên xwe derketin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Hêzên Piştgiriya Lezgîn  Bakurê El Faşer topbaran kirin û di encamê de Sekreterê Giştî yê Hikûmeta Bakurê Darfûrê, hevjîna wî û çend kesên din jî, hatin kuştin.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê eşkere kir ku ji ber rewşa bê ewlehiyê 7 hezar û 500 kes ji kampa Ebû Şûk û el-Faşerê ji cih û warên xwe derketin.

 

Ji ber şerê Sûdanê 231 bijîşk hatin kuştin

 

Tora Doktorên Sûdanê da xuyakirin ku di encama şerê navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de 231 bijîşk hatine kuştin. 

Di hefteya borî de jî  Hêzên Piştgiriya Lezgîn mizgeftek li el-Faşerê hedef girtibûn û di encamê de, 75 sivil hatibûn kuştin û di nav wan de   Dr. Omar Ishaq Salk û  Dr. Adam Îbrahîm Ehmed  hebûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye