Odeya Lezgîn a Dar Hamar daxuyand ku li herêma Hamîrê 120 bûyerên gumanbar ên nexweşiyê û 11 mirin li navenda îzolasyonê hatine tomar kirin.
Her wiha odeya lezgîn piştrast kir ku navend ji kêmbûna giran a şilavên damarî û dermanan astengiyan dikişîne.
Li gorî daxuyaniya Odeya Lezgîn a Dar Hamar, rewşa nexweşan xirabe ji ber ku sektora tenduristiyê ya herêmî nikare bi hejmarên zêde re mijûl bibe.
Odeya lezgîn li ser belavbûna Kolêrayê hişiyarî da û banga mudaxeleya bilez ji saziyên mirovî û navneteweyî kir, beriya ku ev nexweşî ji bin kontirolê derkeve.