Li Amerîkayê di êrîşeke çekdarî de 4 kes hatin kuştin

Li Amerîkayê di encama êrîşeke çekdarî de 4 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di êrîşeke çekdarî de li xwaringehekê li Girava St. Helena ya Karolînaya Başûr a Amerîkayê, 4 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Rayedaran piştrast kirin ku di dema gulebaranê de bi sedan kes di hundirê xwaringehê de hebûn. 

Navên qurbaniyan hate niha nehatiye eşkerekirin û malbatên wan jî nehatine agahdarkirin.

Nivîsgeha serokê polîsan red kir ku hûrgiliyên zêdetir bide heya ku lêpirsînên bêtir berdewam bikin. 

Di 10 salên dawiyê de, li Amerîkayê bûyerên kuştinê bi gulebaranên girseyî zêde bûye, ev yek jî sedema nakokiyên siyasî di navbera her du partiyên Demokrat û Komarparêz de ne.

Di demekê de ku Demokrat daxwaza sînordarkirinên tundtir li ser çek standinê dikin, Komarparêz mafên çekan dipejirînin û daxwaza bicîhanîna qanûnên heyî yên bi bandortir dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye