Li gorî agahiyên ku du kesên ji bûyerê rizgar bûne ji AFP‘ê re parvekirine, li herêma Ewanî ya bakurê Sûdanê di encama hilweşîna kaneke zêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kesên din jî birîndar bûn.
Kesekî rizgarbûyî diyar kir ku tîmên rizgarkirinê 10 cenaze û 21 birîndar rakirine û xebatên lêgerîna binê enqazan dewam dikin.
Mixabin bûyerên vî rengî careke din li herêma Kerdevanê ya Sûdanê kaneke hilweşiya bû û di encama bûyerê de 82 kes mirin û gelek kesên din jî birîndar bûn.