Ajansa nûçeyan a Reutersê, ragihand ku komên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, bi Amerîkayê re li ser plankirina operasyoneke bejayî ji bo êrîşkirina Îranê, nîqaş kirine.
Her wiha di rojên dawî de, rayedarên Amerîkî bi kesên bi bandor ên li Başûrê Kurdistanê û bi hin komên Kurdî yên li dijî dewleta Îranê re hevdîtin kirine.
Her du aliyan li ser pîvanên operasyoneke wisa jî danûstandin kirine.
Li gorî Reutersê, hevpeymaniya komên Kurd ên li dijî dewleta Îranê, tekez kiriye ku ji bo pêkanîna êrîşeke wisa piştgiriya leşkerî û îstîxbarata Amerîkî pêwîst e.
Vebijarkên wekî alîkariya çekan û rola CIA jî di danûstandinan de hatine nîqaşkirin.
Trump: Heke hêzên bejayî hewce bin, dikarin werin bikar anîn
Di heman demê, nîqaş li ser îhtîmala şandina hêzên bejayî ji aliyê Amerîkayê bo Îranê ve hatine kirin.
Wezîrê şer ê Amerîkayê Pete Hegsett Mijara şandina hêzên bejayî wekî "ehmeqî" bi nav kir.
Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump ev îhtîmal bi tevahî red nekir.
Berê Donald Tump wiha gotibû:
"Ez wekî serokên din nabêjim 'tu leşkerên bejayî nayên bicihkirin'.
Ez dibêjim ku ew ne hewce ne.
Lê heke hewce bibin, ew dikarin werin bikaranîn."
Carolyn Levitt: Raporên destpêkirina êrîşeke bejayî, ne rast in
Berdevka Koşka Spî Carolyn Levitt roja çarşemê di civîneke çapemeniyê de, di bersiva pirsekê de li ser "çekkirina Kurdan" wiha got:
"Ez dikarim bibêjim ku Trump gelek caran bi hevkar, hevalbend û rêberên li herêmê re telefon kiriye.
Her wiha wî bi rêberên Kurd re li ser baregeha me ya ku li Herêma Kurdistanê ye, nîqaş kiriye.
Lê her raporek ku nîşan dide ku Trump bi planeke wisa razî bûye,
bi tevahî derew e û divê neyê weşandin."
Di 22'yê sibatê de, pênc partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê di civîneke hevbeş de, damezrandina hevpeymaniyeke bi navê "Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" ragihandin.