Wezareta Parastinê ya Bolîvyayê da zanîn ku cenazeyê her 9 qurbaniyan di nav kavilan de hatin dîtin û hîn jî gelek kes winda ne.
Wezîra Tenduristiyê Marcela Flores got ku ji ber teqînê 84 kes hatine dermankirin û 31 kes jî li nexweşxaneyê ne.
Serokê Bolîvyayê Rodrigo Paz da xuyakirin ku hîn sedema teqînê di bin lêpirsînê de ye.
Paz wiha got:
"Hêzên me yên çekdar protokolên xwe û her tiştê girêdayî dabînkirina ewlehiyeke mezintir, ne tenê ji bo leşker û efseran, lê ji bo niştecîhên ku li nêzî baregehên leşkerî dijîn jî, dinirxînin."
Serokkomar şîna neteweyî ragihand û daxwaz kir ku ev trajedî neyê siyasîkirin.
Ev teqîn roja îna borî li bajarokê Viyatşa, 30 KM dûrî Lapaza paytexta Bolîvyayê, li baregeheke leşkerî rû dabû.