Li Madagaskarê ciwanên nifşê z bi çalakiyên xwe hikûmet têk birin

Li Madagaskarê ji 25´ê îlonê ve ciwanên nifşê Z xwepêşandanan li dijî serokê hikûmetê Andrêy Rajolîna li dar dixin. Berî 3 rojan wekî encameke xwepêşanên hatine kirin serokê hikûmetê ji welat reviya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nifşa Z ango li gor pênaseyan zarokên di salên di navbera 1997'an û 2013'an hatine dinê. Li cîhanê bi çaliakiyên xwe deng vedidin û rê li ber guhertinan vedikin.

Ciwanên nifşa Z di serdema ragihandina dîjîtal de ji dayik bûne û bikaranîna komputer û têlefonên pêşketî wekî amûrên normal û xwezayî dibînin, ev yek ji taybetmendî û perspektîfa vî nifşî ye.

Li Madagaskarê xwepêşandanên ciwanên nifşê Z vê dawiyê di 25'ê îlonê de dest pê kirine, ji xwepêşandanên berê yên li Madagaskar cûda ne. Xwepêşandan li ser kêmbûna av û elektrîkê, li dijî gendelî, rêvebirina xirab û mezaxtina bilind a jiyanê dest pê kirin.

Di xwepêşandanan de, dirûşmeyên li dijî Fransayê ku li ser wan "Fransa ji vir derkeve" û "Rajolîna û Macron ji vir herin" hatibû nivîsandin li kolanên paytextê belav bûn.

Di sala 2023'yan de, Andrêy Rajolîna dema ji nû ve wekî serok hat hilbijartin, xwepêşandanên li dijî wî dijwartir bûn.

Ji ber qutbûna demdirêj a elektrîk û avê li paytexta Antananarîvo û deverên din zêdetir bûye, nerazîbûneke berfireh a raya giştî derxistiye holê, bi taybet di nav ciwanan de ku xwe ji xizmetên herî bingehîn jî bêpar dibînin.

 

Hêza nifşê Z bi medyaya dîjîtal mezin dibe

 

Çalakiyên nifşê Z bi hêza medyaya dîjîtal mezin dibe. Hashtag, dîmenên bi zekaya çêkirî û videoyên di destên ciwanan de qada herî bi hêz in.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di hefteyên pêşîn ên xwepêşasndanan de, herî kêm 22 kes hatine kuştin û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.

Di berdewama çalakiyan de beşek ji artêşê li hember talîmatên serokê Madagaskar a ji bo mudaxaleyî ciwanan bikin derketin û tevlî çalakvanan bûn. Di encamê de Andrêy Rajolîna mecbûr ma ji welat bireve.

ji ber ku Madagaskar di hilweşîneke aboriyê de ye, nêzî ji sedî 80´ê ji şêniyên Madagaskarê di xeta xizaniyê de jiyan dikin êdî naxwazin di bin desthilata Rajolîna de bijîn.

Ji dema ku Madagaskar di sala 1960'î de serxwebûna xwe bi dest xistiye heya niha sê caran darbe çêbûne. Darbeya herî dawî jî di 2009'an de bi destê Rajolîna pêk hat û Rajolîna ji wê rojê ve li ser kar bû.

 

Andrêy Rajolîna reviya û artêşê desthilatdariya welat xist destê xwe

 

Geşedanên siyasî li Madagaskarê zû pêş ketin, roja sêşemê artêşê piştî revîna Serok Andrêy Rajolîna ragihand ku wê desthilatdariya li welatê giravî yê Okyanûsa Hindî girtiye destê xwe.

Ev gav di demekê de hat ku tevahiya beşên gel û artêşê jî tevlî xwepêşandanan bûn.

Serokê Madagaskarê Andrêy Rajolîna roja duşemê êvarê got ku ew piştî "hewldana kuştinê" niha li cihekî bi ewle ye û tekez kir ku pêwîst e rêz li destûrê were girtin û ew guh nade bangên ji bo vekişîna ji tevgera nerazîbûnê ya ku ji 25´ê îlonê ve giravê dorpêç kiriye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye