Duh serokê Amerîkayê Donald Trump di çalakiyekê de li Qesra Spî daxuyaniyek da.
Donald Trump di çalakiyekê de got ku ew dixwazin pêşî ji meseleya Îranê xelas bibin û piştre ew ê berê xwe bidin Kûbayê.
Trump diyar kir ku Kûba gelek dixwaze peymanekê bi me re çêbike.
Trump di çileya borî de gef li Kûbayê xwar û jê xwest ku "bigihêje rêkeftinekê" an jî wê bi encamên ne diyar re rû bi rû bimîne.
Ji dema ku Amerîka serokê Vazuelayê Nicolas Maduro ji ser hikûmetê rakir, rewşa kûbayê xerab bûye. ji ber ku Trump hişyarî da hikûmeta Vanezuela ya nû ku petrolê li ser Kûbayê qut bike.
Di bersiva axaftinên Trump de, Serokê Kûbayê Miguel Díaz-Canel got ku "kes nikare ji min re bêje çi bike çi neke û wiha got:
“Kûba neteweyeke azad û serbixwe ye.”
Miguel Díaz-Canel got ku "Kûba êrîşî Amerîkayê nake, 66 sal in Dewletên Yekbûyî êrîşî Kûbayê dike" û wiha lê zêde kir:
“Kûba gefan naxwe, berovajî wê amadekariyan dike ji bo welatê xwe biparêze.”
Beriya şerê Îranê dest pê bike, Donald Trump anîbû ziman ku Kûba "dewleteke têkçûyî" ye.
Washington bi rayedarên Kûbayê re hevdîtinan dike û îhtîmal e ku ev hevdîtin bibin sedema rêkeftinekê, nemaze piştî ku Venezuelayê piştgirîya xwe rawestand.