Trump: Ez hêjayî xelata aştiyê ya Nobelê me

Trump pesnê xwe da û got wî hewl daye çend şerên mezin li cîhanê bi dawî bîne, ji ber vê yekê ew hêjayî wergirtina xelata Nobel a aştiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi boneya salvegera 4`emîn a damezirandina Enstîtuya Cornerstone ya Amerîkî, serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew xwedî rol û bandoreke mezin bû ji bo rawestandina şerên navneteweyî, di navbera Hindistan û Pakistanê, Ermenistan û Azerbaycanê, Kosova û Serbistanê, Îsraîl û Îranê de.

Trump ev yek jî anî ziman ku ew ê bi awayekî din, pirsgirêka di navbera Rûsya û Ûkraynayê de çareser bikin.

Li ser Bendava Ronesansa Mezin a Etiyopyayê, Trump behsa bandora wê li Çemê Nîlê kir û got: "Ez difikirim ku ev pirsgirêkek mezin e."

Derbarê rewşa herî dawiyê ya Chicagoyê de, Trump got: "Em ji sûc û tawanan hez nakin, lê Demokrat hez dikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye