Her wiha, li beşa dayikbûn û zarokan a Nexweşxaneya Enstîtuya Zanistên Bijîşkî ya Pakistanê (PIMS) ya li Îslamabadê karesatekî mezin rû da. Li gorî çavkaniyên tîmên rizgarkirinê, şewat piştî teqîna kompresorê amûreke klîmayê ya di hundirê beşa zarokan de dest pê kir û zû belav bû.
Karbidestên rizgarkirinê ragihandin ku piştî destwerdanê agir hatiye vemirandin û niha xebatên sarkirinê li şûna bûyerê berdewam dikin. Li aliyê din, di daxuyaniya fermî ya Ofîsa Herêma Îslamabadê de hat diyarkirin ku agir di qata sêyemîn a avahiyê de derketiye û herî kêm 14 heta 15 zarok di vê bûyerê de canê xwe ji dest dane.