Hate ragihandin ku li eyaleta Coniqlî ya başûrê Sûdanê kemînek ji dewriyeya Hêzên Parastina Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî re hat danîn, di encamê de 2 endamên Hêzên Parastina Aştiyê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa Reutersê, mîsyona Neteweyên Yekbûyî ragihand ku çekdarên nenas êrîşî dewriyeya hêzê ya ku diçû Bacûtê kirin û da zanîn ku ji birîndaran 3 endamên Hêzên Parastina Aştiyê, 2 polîsên nîştimanî û karmendên sivîl hene.
Mîsyonê ji bo parastinê hêza pêşîlêgirtinê şand herêmê û banga lezgîn a lêkolînkirina bûyerê kir.
Her wiha ragihand ku êrîşên li dijî Hêzên Parastina Aştiyê li gorî qanûnên navneteweyî dighêjin asta sûcên şer û pevçûnên mezin.