Li Madagaskarê xwepêşandanên li dijî hikûmetê, di 25ê Îlonê de ji ber qutbûna av û elektrîkê dest pê kirin, piştre nerazîbûneke berfirehtir li dijî Andry Rajoelina û hikûmeta wî derket .
Piştî xwepêşandanên neslî dawî Ekîba Serokkomar jî daxuyaniyek da û têde dest nîşan kirin ku Andry Rajoelina di navbera11 û 12’ê Cotmehê de welat terik kiriye û çûye cihekî ewle.
Rajoelina: Divê rêz ji destûrê re were girtin
Her wiha Rajoelina diyar kir ku ew piştî serhildaneke leşkerî derketiye û got:
"Divê rêz ji destûrê re were girtin."
Hat eşkerekirin ku Rajoelina bi balafireke artêşa Fransayê bi awayekî veşartî ji welêt hatiye derxistin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.
Piştî serhildanê parlemana Madagaskarê îxraca Rajoelina erê kir
Di 14'ê Cotmehê de Fermandarê Yekîtiya leşker Maykil Randiryanîrîna ragihand ku piştî ciwanan xwepêşandan li dijî hikûmetê kirin û parlemana welat wan erê kir ku Serok Andry Rajoelina îxrac bikin, artêşê dest danî ser rêveberiya welêt.
Pêşengiya xwepêşandê nifşê Z dikir
Di encama xwepêşandanan de nêzî 22 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.
Pêşengtiya protestoyan ji aliyê tevgera ciwanan a bi navê ‘’Gen Z’’ ve hat kirin.
Randiryanîrîn sibê wê weke serok sond bixwe
Televîzyoneke dewletê ragihand ku Randiryanîrîna wê sibê (17ê Cotmehê) wek Serok Ji Nû Ve Avakirina Komara Madagaskarê sond bixwe.
Hat zanîn ku komîteyeke ji artêş, cendirme û nûnerên polîsan pêk tê, wê pêvajoya ji nû ve sazkirina saziyên welêt kontrol bike.