Kampanya "Freedom For Ocalan" daxwaza naskirina mafê heviyê kir

Li Ewropayê ji bo “naskirina mafê hêviyê” yê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, sendîkayên karkerên Îngilîz bang li Konseya Ewropayê kirin û gotin: divê Konse piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kampanyaya “Freedom for Ocalan” ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Lan Borg re, nameyek şand.

Di nameyê de, berdevkê kampanyayê Simon Dubbins bal kişand li ser pêvajoya aştiyê û got: Ev pêvajo ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e, di heman demê de, ji bo demokratîbûna Tirkiyê ye jî û ji bo ev pêvajo bi serkeve divê "Mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan were naskirin.

Her wiha kampanyayê bang li dewleta Tirk kir ku li dijî polîtîkayên li hemberî Rêber Abullah Ocalan û nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd gavên lezgîn bavêje.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24