Trump got: "Me ji heval û hevkarê xwe yê nû Venezuelayê zêdetirî 80 milyon bermîl petrol wergirt."
Têkiliyên di navbera Dewletên Yekbûyî û Venezuelayê de berê aloz bûn.
Piştî revandina Nîkolas Maduro, Delcy Rodríguez ku cîgirê serokê Maduro bû, dest danî ser desthilatdariyê û bû xaleke sereke ya têkiliyê bi DYA’yê re, bi taybetî di danûstandinên li ser rezervên mezin ên petrolê yên welêt de.
Tê zanîn ku Venezûela li cîhanê xwedî rezervên herî mezin ê petrolê ye, lê belê ji ber kêmasiya binesaziyê, hilberîna rojane heta niha di asta milyonek bermîlî de ye.