Vê sibehê nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê, Steve Witkoff gihişt Moskovayê û ji aliyê nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê, Kerîl Medvedev ve hat pêşwazîkirin.
Di derbarê vê serdanê de, Kremlinê ragihand ku Steve Witkoff bi serokê Rûsya Vladimir Putin re civiya, di civînê de Yorî Oşakov alîkarê Putin û nûnerê wî yê taybet Kerîl Medvedev jî amade bûn.
Kremlinê tu agahî derbarê naveroka civînê de belav nekir, lê berî vê serdanê, kenalên ragihandinê yên fermî yên her du welatan ragihandibûn ku wê mijara sereke şerê Ûkraynayê be.
Di 14`ê tîrmehê de, Trump Rûsya hişyar kiribû û 50 roj wek derfet dabû Putin da ku şerê Ûkraynayê bidawî bîne, pişt re gotibû ew bi tenê ji 10 heya 12 rojan dide Rûsya, da ku vî şerî bi dawî bîne, roja Înê jî rojên Trump bi dawî dibin.