Ûkraynayê êrîşî navendeke petrolê ya Rûsyayê kir

Ûkraynayê bi dronan êrîşî navendeke petrolê ya Rûsyayê kir. Di encama êrîşê de agir bi rafîneriya petrolê ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Rûsyayê, ragihand ku îro bi balafirên bêpîlot ên Ûkraynayê, êrîşî rafîneriya petrolê ya Tuapse li perava Deryaya Reş a Rûsyayê hat kirin û agir pê ket.

Rafîneriya Tuapse xwedî kapasîteya hilberandinê ya nêzîkî 240 hezar bermîl di rojê de ye.

Di heman demê de, parêzgarê herêma Belgorod a Rûsyayê Fiyat-şîslaf Ciladkof got ku di êrîşên bi dronên Ûkraynayê li ser wesayîtên sivîl de, 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye