Wêraniya li Serê Kaniyê hate belgekirin

Şêniyên Serê Kaniyê yên koçber, di serdanên kurt ên bajêr de, asta wêranî û talankirina ku bi ser mal û milkên wan de hatiye, belge kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Koçberê ji Serêkaniyê Omer Hisên vê dawiyê ji bo çend saetan çûbû Serê Kaniyê û serdana mala xwe kiribû.

Hisên diyar kir ku ew bi rêya gundê Aliya, ber bi bajarokê Til Helef ve ketiye bajêr û berî destûr bê dayîn ku bikeve bajêr, li xaleke kontrolê, lêgerîn li ser wî hatiye kirin û wêneyên wî û yên otomobîla wî hatine kişandin.

Omer Hisên, destnîşan kir ku wî gelek kesên nenas di nava bajêr de dîtine. 

Hisên got ku rêjeya wêrankirin û talankirina milkên şêniyan pir mezin e û hin xanî ji bo dizîya hesin hatine hilweşandin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye