Sûka Kevn a Şengalê, cihekê gelek pîroz e û şahidê berxwedaneke gelekî bi rûmet e.
Rêveberiya Xweser a Şengalê, çalakiyek bi boneya salvegera bîranîna Şehîdên Sûka Kevn a Şengalê li dar xist.
Welatiyên Şengalê serdana cihê çalakiyê kirin û wêneyên şehîdên xwe yên dema fermanê, her wiha wêneyên şervan û gerîlayên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûbûn, bi dîwarên kevnar û wêranbûyî yên Şengala Kevin ve aliqandin.
Oldarê Êzidî Faxir Xelef da zanîn ku di dema fermanê de, gelek kes şehîd ketin, di nav de jin, zarok, kal û pîr jî hebûn.
Xelef balkişand ser rola ciwanên Şengelê û berxwedaniya wan li dijî DAIŞê.
Oldarê Êzidî tekez kir ku divê keda şehîdên ku bûn sedema rizgarkirina bi sedhezaran Êzidiyan jî ji bîr nekin.
Xelef diyar kir ku ew niha ji berê bi hêztir in û dikarin li ber xwe bidin. Xelef bang li gelê Şengalê kir ku yekîtiya xwe mezin bikin û ji bo mafê xwe têkoşîn bikin.
Di saetên êvarê de jî, gel mûm li cihê bûyerê pêxistin û lehengên xwe bi bîr anîn.
Sûka Kevin a Şengalê ango Sûka Serî, ji cihên herî bilind yên Bajarê Şengalê ye, cihekî dîrokî û kevnare. Piraniya malên Sûka Kevin bi herî û kevir hatine çêkirin.
DAIŞ’ê xwest vî cihê dîrokî tune bike, lewma di vî sûkê şerekî dijwar qewimî.11 mehan li vir berxwedanî hate kirin û gelek gerîla û şervan li vir şehîd ketin, lê bi saya vî berxwedaniya pîroz, DAIŞ’ê nikaribû Sûka Kevin tune bikira.
Ev du salin Meclisa Xweseriya Şengalê, di salvegera fermanê de li vir dest bi çalakiyên bîranînê dike.