Piştî banga Meclisa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî seferberiyê gelan berê xwe dan Helebê.
Duh ji Kantona Firatê karwanê yekem derketibû rê û xwe gihandibû Tebpayê.
Di heman demê de, komek ji bajarên Cizîrê û Reqayê jî ketibûn ser rê.
Her wiha îro jî, ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê yên Kantona Cizîrê bi sedan kesan berê xwe dan Helebê.
Welatiyên ku ji Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê derketibûn rê, li Çerxerêya Yusuf Gulo ya Qamişlo bi girseya li vir re gihîştin hev bi karwanekî nêzî 100 wesayîtan û bi dirûşmeyên berxwedanê ber bi Hesekê ve ketin ser rê.
Girseyên Til Koçer, Til Hemîs û Amûdê jî di saetên sibehê de ji bajarên xwe berê xwe da Hesekê.
Girseyên ji tevahiya bajarên Cizîrê wê li bajarê Hesekê, li Çerxerêya Panorama kom bibin û ji wir berê xwe bidin Helebê.