Jinên ku bi darê zorê ji Efrîn û Şehbayê hatine koçberkirin û li kantona Tebqayê dimînin, bi yek helwestê diyar kirin ku ji bo wan veger ne tenê vegera malan e, lê belê ew vegera rûmet, azadî û ewlehî ye.
Jinan ji ajansa Hawarê re axivîn û destnîşan kirin ku şêniyên Efrînê dikarin xwe biparêzin û baweriya wan bi tu hêzên derve re tune ye.
Asye Şêxo: Dema ku aştî pêk were em ê vegerin
Asye Şêxo ku ji 2018'an ve ji Efrînê koçber bûye got: "Heta ku çeteyên dagirkeriya Tirk ên ku hovîtî li her derê belav kiriye, li Efrînê be, em venagerin. Dema ku aştî pêk were û çete derkevin, em ê vegerin.”
Fener Îbrahîm jî diyar kir ku tunebûna ewlehiyê sedema venegerînê ye û wiha axivî: "Ji ber hebûna çeteyan û dagirkeriya Tirk ewlehî tune ye. Ji keç û xortên xwe pê ve, baweriya me bi kesî tune ye. Tenê ew dikarin herêmên me biparêzin. Em dixwazin bi awayekî komî vegerin.”
"Divê mal û milkên me bên vegerandin"
Xedîce Hemo jî girîngî bi misogerkirina mafan da û got: "Divê mal û milkên me yên ku hatine talankirin û dest li ser hatine danîn bên vegerandin. Divê herêmên me ji aliyê şêniyên xwe ve werin birêvebirin."
Nêzî 20 hezar koçberên Efrîn û Şehbayê di kamp û wargehên kantona Tebqayê de dimînin.
Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewl didin di dan û standinên li gel hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de vegera koçberan mîsoger bikin.