Di demek êrîşên çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û SMO’yê li ser Dêr Hefir, Mesken û Bendava Tişrînê didomin de heyetek ji rayedarên QSD û Hevpeymana Navneteweyî pêk dihat çû Dêr Hafirê. Lijne bi konvoyek leşkerî derbasî Reqayê bû û piştre di ser Tebqayê re gihişt Dêr Hefirê. Lijne li vir ji hêla yekîneyên li eniya Dêr Hefirê yên QSD’ê ve hate pêşwazîkirin.
Lijneyê ji fermandarên QSD’ê yên li eniya şer agahiyên derbarê êrişan de girtin û li ser rewşa heyî danûstandin kirin. Ligel konvoya bejahî balefirên keşfê û teyare jî bi armanca girtina ewlehiyê li esmanê Dêr Hefirê geriyan.