Têkilî ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi temamî qut bûye

Hat ragihandin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku di bin dorpêça Hikûmeta Veguhêz de ne têkilî bi temamî qut bûye û komên çekdar sivîlan dikujin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkiliya bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ji 6'ê Çileyê û vir ve di hedefa êrişên komên çekdar yên bi piştgiriya dewleta Tirk de ye, têkilî bi temamî hatiye birîn.

Tê gotin, taxên ku bi hezaran malbat ji cih û warê xwe bûne û bi sedan kes hatin qetilkirin, careke din hatine dorpêçkirin û komkujî li sivîlan tê kirin.

Her wiha destûr nayê dayin ku sivîlên ji cih û warê xwe bûne li malên xwe vegerin.

Taxên ku zêdeyî 500 hezar kes lê bûn bi rengekî giran hatin bombekirin û sûcên şer ên giran lê hate kirin. Bi dehan kes bi rengekî hovane lê hatin qetilkirin, tê gotin ji 120 hezar heta 160 hezar kesî bi zorê hatin koçberkirin. Her wiha agahî ji sedan kesî nayê wergirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye