Naveroka nameya Şamê hat eşkerekirin

Endamê konseya hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim derbarê rewşa Sûriyê de nirxandin kir. Salih Muslim got: “Şertên QSD`ê yên di warê leşkerî de hema bêje ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatine qebûlkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji bo entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) di rojên dawî de nameyeke ku ji 13 xalan pêk tê ji Rêveberiya Xweser re şand.

Li gorî nameyê dê endamên QSD`ê bi sê hêzan tevlî artêşa Sûriyeyê bibin û Artêşa Sûriyê jî nakeve herêmên Rêveberiya Xweser.

Li gel vê yekê Tirkiyê hewl dide ku gefên xwe bidomîne, herî dawî AKP`ê di rapora xwe de ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a ku pêşkeşî Parlemantoyê kir, ji bo derxistina qanûnan tevlîbûna QSD`ê ji Artêşa Sûriyê weke şertekî diyar kir. 

Salih Muslim: Şertên QSD`ê hatine qebûlkirin

Derbarê van mijaran de endamê konseya hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim nirxandin kir.

RêDerbarê hevdîtinên di navbera veberiya Xweser û Hikûmeta Vuhêegz de destnîşan kir ku şertên QSD`ê yên di warê leşkerî de hema bêje qebûl kirine; lê pergala navendîbûnê neanîne ziman û hûrgulî jî mane.

Salih Muslim da zanîn ku Tirkiye li hember vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan dide; lê dê raweste.

Endamê konseya hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim wiha got:

" Hemû alî peymana 10`ê Adarê li gorî xwe şîrove dikin.

Beriya peymanê jî Tirkiyê digot divê QSD`ê xwe fesix bike; lê ev yek nayê qebûlkirin. Parastina me xeta me ya sor e.

Tirkiye berî her tiştî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê hêzeke parastinê bimîne û ji bo vê yekê jî zextê li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dike.

Amerîka û hemû hêzên navneteweyî nenavendîbûn û hebûna QSD`ê qebûl kirine.

Hebûna Xweseriya Demokratîk jî qebûl kirine. Hikumeta Veguhêz a Şamê dê neçar bimîne ku qebûl bike.

Em jî ji her tiştî re amade ne; em ji şer re jî amade ne.

Piştî bûyerên dawî jî, Amerîka û hêzên din dixwazin bi QSD`ê re hevkariya xwe zêde bikin.

Tirkiye naxwaze aramî û çareserî çêbibe. Lê êdî bandora Tirkiyê nemaye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye