Hevpeymaniya Siyade têkildarî diyarkirina namzetên Sunniyan ji bo postê Serokê Parlamentoya Îraqê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Musenna Samerayî û Mihemed Helbûsî ji bo wergirtina postê Serokê Parlamentoya Îraqê wek namzet diyar kirine.
Duh Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Îraqê Fayeq Zêdan wiha gotibû:
"Civîna yekem a Parlamentoyê divê bi diyarkirina serokê parlamentoyê û cîgirên wî encam bibe. Ji ber ku di warê destûrî û yasayî de nabe were paşxistin û dirêjkirin."