Ji sala 2017an de, Konseya Demkî ya Başûrê Yemenê, hewl daye ku dewleta berê ya Başûrê Yemenê ji nû ve ava bike.
Tevî beşdariya xwe di hikûmetê de jî ew bi saziyên dewletê re, Konseya Demkî ya Başûr ji rewşa heyî ne razî ye.
Wezîr û berpirsên hikûmetê, piştgirîyê didin Konseya Demkî ya Başûr ku daxwaza cudabûnê dike.
Serokatiya Yemenê daxwaza cudabûnê red kir
Serokatiya Yemenê daxuyaniyên wezîr û berpirsên hikûmetê yên ku piştgiriya cudabûnê dikin, red kir.
Serokatiyê destnîşan kir ku "bikaranîna meqamê fermî, ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî, binpêkirineke cidî ya destûr û qanûnê ye.
Her wiha da zanîn ku ev yek zirarê dide statuya yasayî ya dewletê.
El-Elîmî daxwaza girtina hemû tedbîrên yasayî û îdarî kir
Serokê Komîteya Serkirdayetiya Serokkomariyê Reşad El-Elîmî, Ji hikûmet û rayedarên peywendîdar xwest ku li dijî hewldanên Konseya Demkî ya Başûr hemû tedbîran bigirin.
Reşad El-Elîmî, tekez kir ku divê hemû kes ji bo parastina hiqûqî ya dewleta Yemenê bixebitin.
El-Elîmî, bang li hevkarên di pêkhateya Konseya Demkî ya Başûr de kir ku "hişmendî û diyalogê bidin pêşiyê.
Di heman demê de, El Elîmî bang li gelê Yemenê kir ku berjewendiyên bilind ên welêt û ewlehiya herêmî û navneteweyî ji gefan biparêzin.
Berya demekê, hejmarek wezîr û berpirsên rêveber ên hikûmeta di daxuyaniyên xwe de piştgiriya xwe ya ji bo Konseya Demkî ya Başûr nîşan dabûn.
Wezîr û berpirsan, amadebûna wezaret û saziyên xwe ji bo "ragihandina Dewleta Erebistana Başûr" ragihandibûn.
Dezgehên medyayî yên başûrê Yemenê ragihandin ku li bajarê Adenê çalakiyeke ku destekê dide hewldanên serxwebûnê yên konseyê hat lidarxistin.
Alîgirên Konseya Başûr daxwaza cudabûnê û ragihandina Dewleta Erebistana Başûr dikin.