Serokê Partiya Gel a Komarî CHP'ê yê berê Ozgur Ozel di derbarê pirsgirêkê girêdayî CHP'ê de li qehwexaneyekê li navçeya Yeşilova ya Burdurê bi welatiyan re civiya.
Ji bo pêşwazîkirina Ozgur Ozel gelek kes kom bibû, Ozel axivî û wiha got:
''Ez li Yeşilova me, li nîvê kolanê. Ez li ser kursiyekê rûniştim. Lê ez di dilê mirovan de me. Ez ji dil bi mirovan re me."
Ozgur Ozel: CHP'ê mijareke di navbera Tayyip Erdogan û gel de ye
Her wiha piştî vê axaftinê Ozel muxatebî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser pirsgirêka Partiya Gel a Komarî CHP'ê û ev tişt anî ziman:
"Ev ne mijareke navxweyî ya Partiya Gel a Komarî ye. Ev mijareke di navbera Tayyip Erdogan û gel de ye. Ji ber vê yekê, ez wî dixim ber pirsê.
Hûn dikarin partiyê bigirin û bidin kesekî din, lê ez di dilê gel de me. Ez bi gel re me."
Ozgur Ozel wiha gotinê xwe bi dawî kir:
"Ez soz didim we ku wekî Parlamenterek, Cîgirê Serokê Komê, Serokê Komê, wekî Serokê Giştî hatim vir.
Ez soz didim we, ez ê dîsa wekî Serokê Giştî yê partiya desthilatdar werim vir, ez ê dîsa li ser vê kursiyê hilkişim."