Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de li ser pêvajoyê nirxandin kir.
Erdogan gotina "Ev pirsgirêk pirsgirêka min e" ku di sala 2005'an de di serdana Amedê de kiribû bi bîr xist û diyar kir ku di mijara pêvajoyê de ew xwedî heman îradeyê ne.
Erdogan: Em xwedî heman îradeyê ne!
Erdogan têkildarî meseleya Kurd işaret bi pêvajoya nû kir û got:
"Beriya niha bi 24 salan, di 14'ê Tebaxa 2001'ê de dema ku me partiya xwe ava kir îradeya me çi be, di sala 2005'an de li Amedê dema ku me got, 'Ev pirsgirêk di heman demê de pirsgirêka min e' wêrekiya ku me nîşan da çi be, di sala 2013'an de dema me got, 'Ji bo çareseriyê eger pêwîstî bi vexwarina jehrê hebe, em ê wê vexwin, tenê bila aramî bê welêt' biryardariya me çi be, weke AK Partî îro jî em xwedî heman îrade, wêrekî û samîmiyetê ne."
Devlet Bahçelî: Ocalan destê xwe daniye bin kevir
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî di hevpeyvîna xwe ya ji rojnameya Turkgunê de li ser pêvajoya çareseriyê got ku ev pêvajo ne ya "bazarê" ye.
“Rêberê Damezirîner ê PKK’ê destê xwe daniye bin kevir. PKK’ê, di 12’ê Gulanê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de çek berda û rêxistina xwe fesix kir.
Di 11’ê Tîrmehê de jî komeke PKK’î çekên xwe şewitandin.
Banga Îmraliyê ne li gel PKK’ê, ji bo hemû pêkhateyên terora dabeşkar e. Qet nebe ya em fêm dikin ev e, em bi vî awayî şîrove dikin.
Divê QSD/YPG teqez li gorî mitabeqeta 10’ê Adarê ya bi rêveberiya Şamê re hatiye mohrkirin tevbigere.”