Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hevdîtina ku di 2’yê Kanûnê de pêk hatiye 4 demjimêr ajotiye.
Heyetê ragihand ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ku ev pêvajo pêvajoyeke tevlîbûna Kurdan a bi rêya hiqûqî ya nav komarê ye û avakirina komara demokratîk a bi hevgirtineke berfireh a civakî ye.
Li gorî daxuyaniyê, Rêberê damîzîrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan encamên erênî yên hevdîtina bi Komîsyona Parlamentoyê re nirxandine.
Her wiha Rêberê PKK`ê bal kişandiye ser hewldan û gotinên ku demên dawî li dijî pêvajoyê tên kirin û ev yek wekî "sabotajê" nirxandiye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
Abdullah Ocalan: Yasaya aştiyê pêwîst e
"Ev rewşeke wiha ye ku wekî mekanîzmaya darbeyê di tevahiya pêvajoyan de derdikeve holê.
Ev ne xebateke klasîk a darbeyê ye. Mîna pêngavekê ye ku li hemberî hewldanên bipêşxistina pêvajoyê derdikeve holê.
Divê wekî hewldanên avakirina rewşeke xeternak û metirsîdar bên fêhmkirin.
Di roja me de ev derdor berdewamiya hêzên derveyî normê yên dewletê ne.
Li aliyê din li hemberî wê kevneşopiyê, îradeyeke siyasî û civakî jî derketiye holê û ev îrade bi hêz dibe."
Abdullah Ocalan: Daxuyaniya 27'ê Sibatê rê nîşan dide
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser bipêşketinên pêvajoyê û wiha nirxandiye:
"Midaxeleyên derveyî demokrasiyê û tundiya siyasî, dê bi derxistina yasayeke aştiyê ya li ser bingeha hiqûqa piralî ji rojeva Tirkiyê derkeve.
Di vî alî de daxuyaniya me ya 27`ê Sibatê bernameyek e ku rê nîşan dide.
Tevahiya gavên bi vê armancê hatine avêtin û berpirsyariya ku me girtiye ser milê xwe nîşaneya armanca me ya jiyana hevpar e."
Abdullah Ocalan: Em xwedî îradeyeke xurt a pêşxistina pêvajoyê ne
Di berdewamiya peyama Ocalan de ev daxwaz hatin kirin:
"Li Tirkiyeyê hemû derdorên siyasî û civakî yên ku dixwazin şensê birêvebirin û desthilatê rast bi kar bînin, divê bi helwesteke rast nêzîkî pirsgirêkên siyasî bibin û bibin navbeynkarê çareseriya demokratîk.
Ev pêvajo tê wateya ku Kurd bi rêya hiqûqê tevlî komarê bibin û bi beşdariya herî berfireh a civakî komareke demokratîk bê avakirin.
Ez dixwazim bibêjim ku em xwediyê îrade û biryareke xurt a bipêşxistina pêvajoyê ne."