Xelkê Mexmûrê Cejna Remezanê pîroz dikin

Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi boneya cejna Remzanê piştî nimêja cejnê serdana gorên miriyên xwe kirin û cejna hev pîroz kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêniyên Mexmûrê piştî serdana gorên miryan bi awayek girseyî li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.

 

Li wêderê beriya ku cejna hev pîroz bikin, ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdisyanê deqeyek rêz hat girtin.

 

Piştre têkildarî cejna Remezanê Mele Elî Spêrtî axivî.

 

Mele Elî Spêrtî diyar kir ku ew sê cejnên weke xudba înê, cejna Newrozê û cejna Remezanê bi hev re pîroz dikin û got:

 

"Xweda dibêje, di navbera gelê mazlûm û xwedayê wan de tu perde nîne, kengê dua bikin duayên wan tê qebûlkirin.

 

Ji bo wê ez bawerim duayên gelê me hatiye qebûlkirin, ji ber wê xudbe, Neweroz û cejna me ya Remezanê bûye yek roj."

 

Piştî axaftina Mele Elî, şêniyên wargehê cejna hevdû û xizimên xwe pîroz kirin.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye