Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) ji bo çareserkirina krîza siyasî ya Başûrê Kurdistanê dest bi hewldaneke nû kir.
Yekgirtû dest bi xebateke siyasî kiriye, ew ê pêşniyarekê bide PDK'ê û YNK'ê da ku nakokî bi dawî bibin.
Ev pêşniyar ji 3 mijaran pêk tê û di civîna nivîsgeha siyasî ya vê partiyê de hatiye pesendkirin.
Yekgirtû di wê baweriyê de ye, ku heke ev pêşniyar were pêkanîn dê di navbera PDK'ê û YNK'ê de bawerî careke din ava bibe.
Mijara yekem a vê pêşniyarê, balê dikişîne li ser rawestandina her cure ji şerê medya dijîtal ê di navbera PDK'ê û YNK'ê de ye.
Ev yek wekî destpêkeke ji bo peydakirina zemîneke guncaw tê dîtin, da ku alî bikaribin ber bi lihevtêgihiştinê ve gavan biavêjin.
Yekgirtûyê di mijara duyem a pêşniyarê de, nexşerêyeke demkî diyar kiriye, ku nabe ji mehekê zêdetir bikişîne.
Di vê dema kurt de divê du gavên sereke werin avêtin.
A yekem, çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina desteya serokatiyê ye.
A duyem jî destpêkirina rêkarên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ye (bi beşdariya hemû wan aliyên ku dixwazin beşdar bibin).

Selahedîn Behaedîn û Mesrûr Barzanî civiyan
Li ser vê, Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn bi hev re civiyan.
Di civînê de, rewşa giştî ya Başûrê Kurdistanê, Îraq û herêmê hatiye gotûbêjkirin.
Aliyan girîngiya aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û saziyên yasayî û destûrî yên Herêma Başûrê Kurdistanê piştrast kirine.
YNK'ê xala yekem bi cih anî
Duh jî Selahedîn Behaedîn serdana Serokê YNK’ê Bafil Talebanî kiribû û pêşniyar pêşkêşî wî kir.
Li gorî agahiyan, Bafil Talebanî piştî xwendina pêşniyarê, yekser biryar da ku xala yekem ku ew rawestandina şerê medyayî yê li dijî PDK'ê ye, bi cih bîne.
Tê payîn ku Selahedîn Behaedîn îro jî bi serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dê bicive û vê nexşerêyê pêşkêşî wan bike.