Kongreya TAJ'ê bi girtina hin biryar û guhertina alê ve bi dawî bû

Bi beşdariya 250 delegeyan, îro kongreya 3’yemîn a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dest pê kir. TAJ'ê di hevpeymaniya xwe ya civakî de, guhertinên pergalî û şêwazê rêxistinî çêkirin û ala TAJ'ê guhert.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJ)`ê îro bi beşdariya 250 delegeyan kongreya 3’yemîn li dar xist .

Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê berdevka TAJ'ê Riham Hico ve hate kirin.

Riham Hico di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku wan ji bo mafê jinên Êzidî û statuya Şengalê xebat û têkoşîneke mezin kirine û wiha berdewam kir:

“Me ji bo mafê jinên Êzidî û statuya Şengalê xebat û têkoşîneke mezin kiriye.

Wê têkoşîna me ya ji bo bidestxistina mafên civaka Êzidî berdewam bike.

Em bawer dikin, ku em ê îro li vir ji bo jinên Êzidî biryarên bi bandor bigirin. Em dikarin weke siyasî û civakî xwe xurt bikin.

Me xwe li ser projeya Rêber Apo rêxistin kir û zana kir.”

Riham Hico: Em ê heta dawiyê xizmeta civaka Êzidî bikin

Her wiha berdevka TAJ'ê Riham Hico diyar kir ku wê li gorî xeyalên jinên Êzidî yên pêşeng û şehîdan xebatê bimeşînin û wiha anî ziman:

“Barê me ji berê girantir e, lê derfetên azadiyê ji berê zêdetir bûne.

Em çiqas bihêz dibin, dijmin jî êrîşên xwe zêdetir dike.

Divê em biryarên xizmeta civaka Êzidî û jinan bigirin."

Piştî axaftinan, rêveberiya nû ya TAJ'ê hate hilbijartin û sond xwar.

TAJ'ê di kongreya xwe ya 3’yemîn de hevpeymaniya xwe ya civakî ya nû xist dengdanê.

Hevpeymaniya civakî ya TAJ'ê bi piraniya dengan hate erêkirin.

Di hevpeymaniya civakî de, guhertinên pergalî û şêwazê xwerêxistinkiria TAJ'ê ya serdema nû cih digirin.

Her wiha bi dengdanê ala TAJ'ê jî hate guhertin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye