Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar diyar kir ku ew li gorî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan xebatên xwe didomînin.
Her wiha Bîrsen Azak Bayar got ku: "Damezrandina Meclîsa Jinan, ji bo hemû jinên navçeyê gaveke girîng e û hemû jinên endamên meclîsê yê xwezayî ne. Ji bo Meclîsa Jinan a Rêveberiya Herêmî ya Erxeniyê rêveberiyek ji sê kesan pêk tê hate hilbijartin."
Hevşaredar Bayar anî ziman ku şaredarî bi armanca wekheviya zayendî û beşdariya jinan di warên civakî, çandî, aborî û siyasî de misoger bike dê xebatên xwe bidomîne.